Li Bakur piştî erdhejê zarokên bê xwedî tên revandin

Piştî erheja li Bakurê Kurdistanê gelek zarokên Kurd malbatê xwe windakirin û bê xwedî man.
Zarokên bê xwedî, yekser ji hêla dewleta Tirk ve birin bajarê Tirkiyê
Li ser vê yekê gele îdia derketin ku dewletê ew revandina û radestî cemaat û terîqetên olî kirine.
Seroka Komeleya Pêşî Zarok û Jin Mujde Tozbey da zanîn têkildarî van îdiayan gelek delîl û şahid dîtine.

Di her du erdhejên dijwar ên li navçeyên Bazarcix û Elbistanê, bi hezaran zarok bê xwedî man.

Agahî belav bûn ku dewleta Tirk yekser ev zarokên bê xwedî, bêyî ku nasname û malbatên wan eşkere bike, ew birin bajarên Tirkiyê.

Di nav raya giştî û gel de, tirsa ku ev zarok çima hatiye revndin derket holê û fikar çêbûn.

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ji bo ev mesele zelal bibe, pêşnûmepirsek radestî Wezîra Malbat û polîtîkayên civakî kir.

Hemwextî van fikaran, dîmenên hin zarokên bêxwedî yên erdhejê di koşkeke li Beykoza Stenbolê hatine bicihkirin belav bûn.

Derbarê mijarê de, Komeleya destpêkê Zarok û Jin di 17’ê sibatê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Beykozê ya Stenbolê da û giliyê vê yekê kir.

Paşê derket holê ku ev koşk ya rêxistina ku navê “Weqfa Alîkariya Mirovî ÎHH’ê” li xwe dike ye.

Ev rêxistina ku di bin navê alîkariya mirovî de li Sûriyê bi taybet, her ji komên çete re çek û cebilxane şandiye.

Seroka Komeleya Destpêkê Zarok û Jin Mujde Tozbey li ser fikarên li ser zarokên ku aqûbeta wan ne diyar e û radestî weqfan tên kirin axivî.

Mujde Tozbey: Zarokên bê xwedî radestî weqf û cemaetên olî hatine kirin

Mujde Tozbey diyar kir ku ji wan re gelek agahî tên ku zarokên malbatên wan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, radestî rêxistin û cemaetên Olî tên kirin û got;

“Zarokên ku ji bin kavilan tên derxistin şûna wan bi ambûlansan bibin nexweşxaneyê, bê pirs radestî hin kesan tên kirin.

Piştî erdhejê bi hefteyekê li ser meselê gelek delîl û şahid gihiştin ber destê wan.

Agahî hatin ku li malên li taxa Çavûşlû ya Beykozê, 60 zarok hatine bi cih kirin

Heke zarok fermî nehatine şandin, wê demê ev zarok hatine revandin.”

Tozbey her wiha anî ziman ku ger dewletê jî destûr dabe, wê demê wan jî suc kiriye û divê yên destûra tiştekî wiha dane bên darzandin.

Seroka Komeleya Destpêkê Zarok û Jin Mujde Tozbey eşekere kir ku ne tenê li Beykozê, agahî li ser bi cih kirina zarokan li navçeyên Kadikoy, Çengelkoy û Tûzlayê jî hene.

Back to top button