Fermandarê Giştî yê QSD’ê diyar kir ku bi şehîdkirina herdu jinên rêveber, azadiya jinê û nirxên dermokratîk dikin aramanc.
Mezlûm Ebdî sersaxî ji malbata her du şehîdan re xwest û got:
“Seda û Hind li ser karê xwe bûn, hatin şehîdkirin, ev sûcekî nayê qebûlkirin û azadiya jinê û nirxên dermokratîk dike armanc.
Em soz didin gelê xwe, em ê ji bo pêkanîna edaletê, têkoşînê li dijî sûcdaran bikin.”
MSD: Divê NY hesab ji sûcdaran bixwaze û dawî li sûcên Tirkiyê bîne
MSD’ê jî sûcên li dijî gelê Sûriyê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û DAIŞê ve pêk tên, şermezar kir û got:
“Divê NY û tevgerên jinan, dawî li sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê herêmê bînin û radestî dadgehê bikin.”
22’ê Çileyê, Hevseroka Meclisa bajarokê Til El-Şayir ê girêdayî navçeya Deşîşayê Seida Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn revandin û piştî rojekê cinazeyên wan hatin dîtin.