Zeviyên gundên Til Temirê hatin şewitandin

Şewitandina zeviyan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li herêmê dewam dike. Îro careke din dewleta dagirker agir berda zeviyên gundên Til Temirê û ji ber gulebarana ji aliyê artêşa Tirk ve şewat nehat vemirandin.

Artêşa dewleta Tirk îro careke dinê agir berda keda cotkarên herêmê yê salekê.

Vê carê artêşa dewleta dagirker agir bi zeviyên derdora gundên Lêlan, Ûm El-Xêr û Gozeliyê yên navçeya Til Temirê xist.

Tîmên agirkujiyê berê xwe da cihê şewatê lê çeteyan tîmên agirkujiyê gulebaran kirin û nehişt şewatê vemrînin.

Doh jî ji ber topbarana dewleta Tirk a li ser gundê Ebûş ê bakurê Til Temirê, Mesleta û Qebir El-Sexîr ên li başûrê navçeya Zirganê agir bi malên şêniyan ket.

Agir bi zeviyê herêma Hecînê ket

Li herêma Hecînê ya rojhilatê Dêra Zorê jî derdora 12 donim zeviyên çandiniyê şewitîn.

Şewat ji ber çirûska terektora ku ka kom dikir derket.

Tîmên Agirkujiyê beriya ku şewat berfireh bibe, agir vemirandin.

Li gundê Mirc El-Zihûr ê Reqayê jî agir bi 2 hektar zeviyê ku hatibû çinîn ket.

Foca Agirkujiyê şewat vemirand û nehişt ku bighêje zeviyên din.

Back to top button