Êzidiyên Efrînî kiryarên dagirkeran ên li dijî jinan şermrzar kirin

Yekîtiya Jinên Êzidî û Yekîtiya Êzidiyên Efrînê li navçeya Ehdes ya herêma Şehbayê, bi daxuyaniyekê kiryarên dewleta Tirk ên li Efrînê li dijî jinan dikin, şermezar kirin.

Yekîtiyan ragihandin ku di nava du salên dagirkeriyê de artêşa Tirk a dagirker tevî komên xwe yên çete li Efrînê sûcên li dijî mirovahiyê kirine.

Bal hate kişandin ser êşkence û destdirêjiya li 8 jinên Kurd ên ji aliyê koma çete ya dewleta Tirk ve hatî kirin.

Her wih hate gotin, ev yek jî delîlek ji hovîtiya barbarî û nemirovahiyê ya dewleta Tirk.

Yekîtiyan kiryarên çeteyên DAIŞ’ê ya 2014’an li Şengalê bibîrxist û ev yek weke dewamiya kiryarên dewleta tirk nîşan dan.

Back to top button