Amerîka: Li pêşiya El-Esed tenê riya siyasî heye

Sefarexaneya Amerîka ya li Şamê diyar kir ku ji bo derketina ji vê rewşê tenê li pêşiya Esed riya siyasî heye.

Sefaretaxaneya Amerîka derbarê cezayên dawî ku li ser Sûriyê tên ferzkirin ango qanûna Qeyser, rêze tiwît belav kirin.

Sefarexaneyê destîşan kir ku stratîjiya tekane ya ya li pêşiya rejîma Sûriyê, biryara 2254 a Konseya Ewlekariyê ye û divê rejîma Sûriyê ji bo pêkanîna çareseriya siyasî, gavên jêneveger ku rêzê ji vîn û îradeya gelê Sûrî re digre, bavêje.

Ger ku ev nebe, dê zextên zêdetir li ser werin ferzkirin.

Sefaretxaneyê diyar kir ku sedema rewşa aborî ku niha Sûriye tê de ye, Beşar Esed e û destnîşan ku eger Esed nêzî çareseriya siyasî nebe, wê cezayên girantir werin pêkanîn.

Sefarexaneyê da xuyakirin ku Esed li şûna ku rewşa gelê xwe baş bike, bi dehan milyonan li ser şer xerc dike.

Back to top button