Tirkiye nêzî bloka Rojhilat dibe

Şefê rejîma Tirkiyê Erdogan yê li ber deriyê Ewropa ye, niha jî dixwaze bi rêya Rûsya bikeve “Rêxistina Hevkariya Şanghay ê”. Erdogan piştî ku got, ew dixwazin bibin endamên vê Şangayê, ji Almanya bertek derket. Partiyên hevkarên hikumeta Almanin jî gotin, Ev yek wê ji bo paşeroja Tirkiyê şaştiyek mezin be.

Tevî Çîn û Rûsya, Hindistan, Pakistan, Îran, Qirxizistan, Tacîkistan, Kazakistan û Ozbekistan di nav endamên Rêxistina Hevkariya Şanghayê de ne.

Şefê rejîma Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan di dawiya hefteyê da cara ewil wek “mêvanê taybet” beşdarî Lûtkeya 22. a Serokên Rêxistina Hevkariyê ya Şanghayê bû.

Erdogan di dema vegerê de têkildarî serdana xwe ya Ozbekîstanê axivî û wiha got: “Pêvajoya pêş me gaveke ber bi asta herî pêşketî ya vî karî ye.”

Partiya Keskan a Almanya îdia kir ku Erdogan bi van daxuyaniyan “zext li NATO’yê kiriye” û xwest ku eger pêwîst bike divê li dijî Enqereyê ceza bên sepandin.

Ji aliyê din ve Partiya Sosyal Demokrat jî hişyarî da ku pêngavek di vî warî de wê ji bo Tirkiyê bibe şaştiyeke mezin.

Berdevkê Polîtîkaya Derve yê partiya hevparê koalîsyonê Yekîtiya Keskan/90 li Meclîsê Jûrgen Trittîn ji rojnameya Die Weltê re axivî û got,

“Divê NATO û YE bipirsin ka wê hîna çiqasî li hemberî daxuyaniyên Erdogan nermbûn bê nîşandan.”

Almanya: Heta kengê wê ji bo Tirkiyê bêdengî bê pejirandin?

Siyasetmedarê Alman bi îdiaya “Tirkiye nahêle NATO ambargoya çekan a NY ya li ser Lîbyayê bişopîne” û “li herêma aborî ya taybet a Yewnanîstanê sondajê dike” û wiha got: “Tirkiyeya endamê NATOyê ye, ji bo derbaskirina cezayên YE yê yên li dijî Rûsyayê bi ser nekeve ji Çînê zêdetir hewildan dike.

Erdogan hewl dide tevlîbûna Fînlandiya û Swêd bo endamtiya NATO direng bixe.”

Berdevkê Polîtîkaya Derve yê hevparê sereke yê hikûmetê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Nils Schmid got;

Armanca Erdogan a tevlîbûna Rêxistina Hevkariya Şanghayê wê ji bo pêşeroja Tirkiyê bibe şaştiyeke mezin.

Siyasetmedarê Alman derketina Erdogan weke hewldana dûrxistina balê ji zehmetiyên siyasî yên navxweyî nirxand.

Rêxistina Hevkariya Şanghayê 2001’an hate damezirandin.

Ev rêxistin weke bloka li dijî NATO û rojavayî tê dîtin.

Back to top button