Milîtan Çîya: Berdêl çi dibe bila bibe, em ê gel û xaka xwe biparêzin

Yek ji Fermandarên QSD’ê Milîtan Çîya qala êrişên dewlet Tirk li dijî herêmê kir, û bi taybetî di van êrişan de bal kişand ser kuştina sivîlan. Mîlîtan Çiya di vê çarçoveyê de bi bîr xist ku wan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûrî gelek berdêl dane, û ew ê ji niha û pê ve jî ya hewce dike pêk bînin û xaka xwe biparêzin.

Yek ji Fermandarên QSD’ê Milîtan Çîya tekildarî êrişên dagirkerîyê û hebûna Rusya a li heremê de axivî û bi bîr xist ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bi berdêlên giran çêbûye û Dewleta Tirk dixwaze ji şoreşa li herêmê tolê hilîne û got; pîlana dagirkirina Efrîn, Serêkanîyê û Girê Spî, di vê çarçoveyê de meşiyaye.

Çiya da zanîn ku di êrişên Dewleta Tirk de, sivîl gelek zirarê dibînin. Mal û milkên wan talan dibin û got; Ev êriş hemû di çarçoveya konsepteke taybet de pêk tên û her cure kirina li derveyî mirovahiyê, ji xwe re rewa dibînin.

Çîya bal kişand ser hebûna Rusya û rejîma Şamê ya li heremê û got: ”Dewleta Tirk hesabê wan nake. Ji ber ku rojane ewqas êriş çêdibin û li ber çavên wan sivîl têne kuştin, li herêmên dagirkirî êşkence li welatîyan tê kirin û rûmeta mirovan tê binpêkirin û deng ji wan nayê.

Fermandar Çiya, qada hewayî ya qedexekirî bi bîr xist û got; qadeke hewayî ya qedexe tineye. Dewleta Tirk kengî bixwaze balafirên keşfê û yên şer radike û derbasî herêmê dibe.

Fermandar Çîya di dawiyê de got, ew ê ti êrişê bê bersiv nehêlin. Ew hêza parastina gelê xwe ne û ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin û gelê xwe biparêzin.

Back to top button