Li Etiyopya ji ber hişkesalî zarok li nexweşxaneyan kom bûne

Li Etiyopya, hişkesaliya ku ev 40 sale li welat nehatî dîtin heye. Vê yekê jî bandoreke zêde li ser pêwistiyên xwarina rojane kiriye. Zarokên ku bitêr xwarinê naxwin nexweş dikevin û li nexweşxaneyan kom dibin.

Ev der nexweşxaneyek li bajarê Gode yê Etiyopyayê ye.

Li vir ji ber kêmxwarinê bi dehan zarokên nexweş bûyî kom bûne.

Doktorê zarokan Mihemed Emîn got,

Jimara nexweşan berî pênc mehan dest bi zêdebûnê kirin.

Heta niha me 140 zarokên kêmxwarinê derman kirine û ji van 4’an jiyana xwe ji dest dane.

Ev jimar tenê yên ku hatine cem me û derman dibin e.”

Rêveberên nexweşxanê diyar dikin ku wan di sala derbasbûyî de pêşwazî li 188 zarokên ji ber kêmxwarinê nexweşbûyî kiriye.

Lê ev jimar ji niha de wan metirsîdar dike.

Li gorî Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) herêma Kevana Afrîkayê di nava 40 salên dawiyê de hişkesaliya herî dijwar dijî.

Bernameya Xwarinê ya Cîhanî got;

Pêwistiya 15 mîlyon mirovî li Kevana Afrîkayê bi xwarinê heye.

Ev jimar dikare heya dawiya salê bigihîje 20 mîlyonî.

Back to top button