Vîrûsa Corona..Li Amerîka, 2364 kesên din mirin

Vîrûsa Corona belavbûna xwe li seranserê cîhanê didomîne, heya niha zêdetirî 2 milyon kes pê ketin. Li Amerîka jî tevî ku vîrûsê ew daye ber xwe, Trump dibêje ew ê meha bê deriyên welêt li ber karkeran vekin. 

Li Amerîkayê, jimara qurbanan 30 hezar kes derbas kir û di 24 seatên dawî de jî mirina 2 hezar û 364 kesî, hat ragihandin.

Tevî zêdebûna jimara nexweş û miriyan jî, Serokê Amerîka Trump, diyar kir ku wê deriyên welêt li ber karkeran veke.

Li Çînê jî, îro 46 rewşên nû hatin tomarkirin, ev kes ji derveyî welêt hatine.

Li Kanada jî, vîrûsê ew daye ber xwe û heya niha 27 hezar û 557 kes bi vîrûsê ketine û 954 kesî jî mirine.

Her wiha li Hindistanê, 900 nexweşên nû hatin tomarkirin û bîlanço bi giştî bû, 12 hezar û 800 û 400 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Vîrûsa Corona..Li Lîbya, heya niha 48 kes bi Vîrûsê ketine

Li Welatên Ereban jî, vîrûs rojane rewşên nû tomar dike.

Li Lîbya ku şer ew ji hev xistiye, 13 rewşên nû di 24 saetên dawî de, hatin tomarkirin û bîlançoya giştî ya nexweşan bû 48.

Li gorî desteya tendurstiyê ya Lîbayê heya niha, kesek tenê bi vîrûsê miriye.

Li Mixribê jî 125 kesên din bi vîrûsê ketin û bi vê yekê re jimara giştî bû 2 hezar û 24 kes.

Back to top button