Hêzên hikûmetê başûrê Idlibê topbaran kir

Hêzên hikûmeta Şamê başûrê Idlibê bombebaran kir. Balafirên Şer ên Rusyayê jî deverên DAIŞ’ê ên li çolistana Sûriyê hedef girt.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê bi mûşek û topavêjan êrişî herêmên Idlibê û Laziqiyê kirin.

Hat gotin di heman demê de jî balafirên keşfê ên Rusyayê li asîmanê herêmê geriyan.

Balafirên Rûsyayê deverên DAIŞ’ê ên li çolistana ûrî bombebaran kir

Çavdêriyê da zanîn ku balafirên şer ên Rusya jî nêzî 10 caran êrişî deverên DAIŞ’ê ên li çolistana Reqayê kirin.

Ji ber teqîna mayînekê 6 leşkerên hikûmeta şamê hatin kuştin

Her wiha çavdêriya ragihand ku mayîneke ku berê çeteyên DAIŞ’ê li nêzî çiyayê El-Emûr a li çolistana Tedmûrê danibûn, teqiya.

Hat gotin di enamê de 6 leşkerên hikûmetê hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Back to top button