Li Efrîna dagirkirî çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 welatî ji navçeya Cindirêsê revandin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî yên navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî, çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 2 welatiyên ji gundê Aşkê rojava û gundê Hemîlkê revandin.
Heman çavkaniyan diyar kirin ku kesên hatine revandin Mihemed Seydo yê 65 salî û Îbrahîm Hesen yê 56 salî ne.
Çeteyan kesên revandîn ber bi cihek nediyar ve birine û heta niha çarenûsa wan nayê zanîn.