Şaredarê Meksîkî bi tîmsehekê re zewicî!

Serokê şaredariyekî Meksîkî yê çav berdayî Tîmsehekê daxwaza xwe pêk anî.
Devê wê girêda, cilên bukaniyê lêkir û piştî wêneyên xwe kişandin anî avahiya şaredariyê û pêre zewicî.

Victor Hugo Sosa Garcia, Şaredarê San Pedro Huamelula ya li eyaleta Oaxaca ya Meksîkayê ye.

Ji bo ji gelê xwe re pirbûn û bextewariyê bîne, bi tîmsaha navê Alicia Adriana lê kirî re zewicî.

Xelkê bajêr eleqeyeke mezin nîşanî daweta ku di nava atmosfereke cejnê de bi muzîk û dîlanê hat lidarxistin da.

Berî dawetê, cilê bukaniyê li tîmseh Alicia Adriana hate kirin û ji bo ewlehiyê devê wê hate girêdan.

Alica û Garcia li nava kolanên San Pedro Huamelula bi têra xwe geriyan.

Timsaha ku bi şêniyên bajêr re dîlan kirî, herî dawî ji bo dawetê anîn avahiya şaredariyê.

Li wir daweta di navbera tîmseh û Şaredar Garcia de ji hêla rêberê olî yê navdar ê bajêr ve hate kirin.

Şaredar Garcia: Em ji hev hez dikin

Şaredar Garcia li ser pirsa gelo ew razî ye ku di dawetê de bi bûka tîmseh re bizewice yan na, wiha bersivand:

“Ez berpirsiyariyê qebûl dikim, ji ber em ji hev hez dikin û ya girîng ev e.

Bê hezkirin zewac çênabe.

Em ji hev hez dikin û ez qebûl dikim bi keçika prensesa re bizewicim.”

Ev kevneşopî li sala 1789’an vedigere

Kevneşopiya ku ji sala 1789’an ve li bajarê San Pedro Huamelula dewam dike, lihevhatina du civakên ku wê demê dijmin bûn, sembolîze dike.

Hêvî dikin ev zewaca nûnerî ya ku her sal tê lidarxistin, ji bo xelkê bajêr bibe sedema pirbûn, aramî û pêkvejiyanê.

Back to top button