LI HESEKÊ 3 TEQÎN PÊK HATIN, SIVÎLEK JIYANA XWE JI DEST DA

Îro li bajarê Hesekê 3 teqîn li cih û di demên cûda de pêk hatin.
Di van teqînan de ciwanekî 15 salî jiyana xwe ji dest û 2 jî birîndar bûn.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê teqîn piştrast kirin û diyar kir ku teqînek li Şedadê jî pêk hatiye.
Her weha dest nîşan kir ku di demên dawiyê de şaneyên razayê yên çeteyan kirinê xwe zêde kirine û ew jî li dijî wan kar û lêkolînên xwe dewam bikin.

 

Îro ji danê sibehê ve li bajarê Hesekê 3 teqîn pêk hatin.

Nûçegihanê me ragihand, teqîna yekê bi rêya motorsiklêtekî bombebarkirî li taxa Mişêrfa di saet 12:45`an de pêk hat.

Motorsiklêt bi rêya rîmot kontrol hat teqandin.

Dema teqînê ti kes nêzî cihê bûyerê nebû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî teqînê yekser çûn cihê bûyerê û dorpêç kir.

Teqîna duyemîn jî li kolana giştî ya taxa El-Neşwa xerbî di saet 13:10`an de rû da.

Di vê teqînê de ciwanekî 15 salî jiyana xwe ji dest da û yek jî bi giranî birîndar bû.

Birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Teqîna 3. jî bi motorsiklêtekî bombebarkirî li taxa Xiwêran pêk hat.

Teqîna ku di saeta 15:45’an de pêk hatî zarokek birîndar kir.

 

HÊZÊN EWLEHIYA HUNDIRÎN: EM Ê XEBATÊN XWE JI BO EWLEHIYA HERÊMÊ BIDOMÎNIN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bakur û rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyekê teqîn piştrast kirin.

Her weha hêzên ewlehiyê diyar kir ku li nêzî gundê Edle yê navçeya Şedadê jî teqînek pêk hatiye.

Ev teqîn jî bi erebeyeke avahîsaziya leşkerî ve teqiya.

Ajokarê erebeyê birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn a bakur û rojhilatê Sûrî desnîşan kir ku di van demên dawî de şaneyên razayî yên çeteyan kirinên xwe zêde kirine û teqez kir ku ewê xebat û lêkolînên xwe bidomîn heta ku kesên ewlehiya herêmê dikin hedef, bigrin.

LI HESEKÊ 3 TEQÎN PÊK HATIN, SIVÎLEK JIYANA XWE JI DEST DA

Leave a Reply

Back to top button