CNN: Amerîka hêzeke mezin dişîne Rojhilatê Derya Spî

Amerîka li Rojhilata Navîn planên gerandina şerekî mezin dike.
Amerîka keştiyên xwe yên mezin ber bi Rojhilatê Derya Spî ve dişîne.
Çapemeniya Amerîka jî dibêje, Waşîngton xwe ji bo şerekî mezin yê li Rojhilata Navîn amade dike.

Li Rojhilata Navîn, dengê dahola şerekî mezin tê lêdan.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) li ser hev hêza xwe ya li Rojhilatê Derya Spî xurt dike.

Li gorî rapora tûra CNN`ê, Amerîka keştiya USS Bataan di dawiya hefteya borî de dest bi tevgerê ber bi Kanala Suweyşê kir.

Rayedarekî diyar kir ku keştiya ku ji meha Tebaxê ve li Derya Sor bi cih bûye, wê di demeke nêz de bigihêje Rojhilatê Derya Spî.

Rayedaran diyar kirin ku bi vê pêngavê wê keştî bêtir nêzî Îsraîl û iubnanê bibe.

Hate diyar kirin ku yek ji erkên keştiyê alîkariya derxistina sivîlan e.

Waşîngtonê 18’ê Cotmehê bang li welatiyên xwe yên li Libnanê kiribû ku ji herêmê derkevin.

Tîmên kar û keştiyên şer ên ji aliyê DYA’yê ve hatin şandin gihiştin Rojhilata Navîn.

10’ê Tîrmeh û 6’ê Tebaxê herdu keştiyên navdar yên Amerîka USS Bataan û USS Cartel Hall ji eyaleta Virginia birê ketibûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi leşker û keştiyên nû wê îmkanên Fîloya 5’emîn a Amerîkayê ya li herêmê zêde bibe.

Pêngava mijara gotinê piştî ku Îranê destwerdana keştiyên bazirganî yên li Kendava Farsê kir hat.

Sky News: Amerîka amadekariyên şereke nû li Rojhilata Navîn dike

Li aliyekî din, şevê din malpera Sky News di nûçeyek xwe de eşkere kir ku berpirsên Koşka Spî amadekariyan ji bo destpêkirina şerek nû li Rojhilata Navîn dikin.

Di çarçoveya amadekariyên ji bo vî şerî de, Amerîkayê tîmên xwe yên teknîkî yên balafirên şer yên F16 û tankên Abrams ji Iraqê vekişandiye.

Her wiha diyar dike ku ji bilî amadekariyên şer, tevayî tedbîrên pêwîst ji bo parastina hêzên xwe yên li Rojhilata Navîn jî girtiye.

Back to top button