Îran: Ti têkliya me bi êrişên li ser baragehên Amerîkayê re nîne

Bi gurbûna şerê navbera Hemas û Îsraîlê re, baragehên Amerîka yên li Sûriye û Iraqê dibin armanca êrişan.
Waşîngton di her êrişeke li dijî hêzên wan de, Tehranê berpirsyar nîşan dide.
Herî dawî Wezîrê Karê Derve yê Îranê Ebdulahiyan careke din got,
Ti têkliya wan bi êrişên li ser baragehên Amerîkayê re nîne.

Bêtirî sê hefteyane, hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka DYA yên li Sûriye û Iraqê dibin armanca êrişan.

Tehran careke din tewambariyên Waşîngton yên li ser van êrişan red kir.

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan ji televziyona CNN ê re axivî.

Ebdullahiyan diyar kir ku bê belge îdiakirina êrîşa li dijî baragehênên Amerîkayê ji aliyê her grûpeke li herêmê ve şaştiyeke û wiha got:

Gelên li herêmê ji ber mijara Filistînê pir hesasin.

Wezîrê Îranê diyar kir ku êrîşên Hemasê yên 7’ê Cotmehê li dijî Îsraîlê kirin “bi tevahî karê Filistîniyan e”.

Piştî şerê navbera Hemas û Îsraîlê, çekdarên girêdayî Îranê bêtirî 20 êriş li dijî baragehên Amerîka yên li Sûriye û Iraqê pêk anîn.

Li hember van êrîşan, hêzên Amerîkî li herêmê vê dawîyê êrîşên asmanî li ser armancên ku tê îdiakirin ji alîyê Pasdarên Şoreşa Îranê û hevalbendên wê ve hatine bikaranîn, pêk anîn.

Waşîngton difikire ku “Îran û nûnerên wê” li pişt êrîşên li ser baregehên wê yên li Iraq û Sûriyeyê ne.

Rayedarekî payebilind ê Wezareta Parastinê Amerîkayê di daxuyaniya xwe ya hefteya borî de îdia kiribû ku dema zêdebûna êrîşên komên curbicur bi baldarî tê lêkolînkirin, “şopa tiliya Îranê” di hemûyan de tê dîtin.

Back to top button