Pêkhateyên Hesekê û Tebqayê bang li hêzên navneteweyî kir ku tecrîda li ser Rêber Ocalan rawestînin.
Endama Nivîsgeha Kombûna Jinan aTebqayê Suad Ebdo got :
“Heta niha rêxistinên mirovî û dewlet der barê doza Rêber Apo û azadiya wî de tu helwestên cidî nîşan nedane.”
Suad teqezî bi şopandina fikrê Rêber Apo û pêkanîna projeya wî li seranserî Rojhilata Navîn da.
Welatiya bi navê Losnak Kaforyan a ji pêkhateya Ermen jî got:
“Dîlgirtina Rêber Ocalan binpêkirineke mafên mirovan e .”
Dewleta Tirk hewl dide bi rêya tecrîdê gel ji fikrê wî dûr bixe..
Lê belê fikrê wî azad e û di nav pêkhateyên herêmê de belav dibe.”
Welatiyê bi navê Ziyad Hesen ê ji pêkhateya Ereb jî got:
“Azadiya rêber Apo azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn e.”