Şîrîn Emîn: Heta niha parlemena Başûr li dijî dagirkeriyê ti rol nelîstiye

Êrîş û bombebaranên dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Parlamentera serbixwe ya parlamena Başûr Şadî Nezad da xuyakirin palemen wê 26’ê vê mehê der barê dagirkeriya dewleta Tirk de bicive. Çavdêrê siyasî Newroz Fazil jî diyar kir ku eger yekdengiya gel, partiyên siyasî û hikumeta Başûr çênebe, wê başûr ji dest biçe.

Parlamentera parlamena Başûrê Kurdistanê Şîrîn Emîn da xuyakirin ku rojane xelkên sînor dibin qurban û neçarî koçberbûnê dibin û got:

“Iraq ji dagirkeriya Tirkiyê berpirsiyar e û divê di aliyê destûrî de li dijî wê raweste.”

Şîrîn Emîn diyar kir ku parlemena Başûr biryara derxistina leşkerên Tirk ji xaka herêmê dabû, lê heta niha ti rol nelîstiye.

Parlamentera serbixwe ya parlamena Başûr Şadî Newzad jî da zanîn ku rapora komîteyên parlamentê ya girêdayî ziyanan, radestî serokatiya parlamenê hatiye kirin.

Parlamena Başûr 26’ê Tîrmehê li ser dagirkeriyê dicive

Şadî Newzad destnîşan kir ku 26’ê vê mehê wê parlamen bicive û heta niha hikumetê ti bersiv nedaye.

Ji aliyê xwe ve rewşenbîr û Çavdêrê Siyasî yê Başûrê Kurdistanê Newroz Fazil jî anî zimên ku êrîşên Tirkiyê li dijî tevahî Kurdistanê dijwar bûne û dagirkeriya wê li Başûr bi taybet pir kûr bûye û got:

“Çavê dagirkeran li Başûr e, ji ber ku herêm hem di warê erdnîgariyê de stratejîk, hem jî di warê aboriyê de dewelemend e.”

Newroz Fazil bal kişand ku dewleta Tirk dixwaze hêz û aliyên siyasî yên Başûr bixe bin kontrola xwe, da ku hemûyan li dijî PKK’ê sor bike û bide şerkirin.

Çavdêrê siyasî da xuyakirin ku aboriya dewleta Tirk salên dawiyê îflas kiriye û ji bo bikare li ser lingan bimîne, dixwaze ji aboriya Başûr sûdê wergire, lewre wê weke xaleke girîng dibîne.

Newroz Fazil: Eger hevdengî û yekdengî çênebe, wê Başûr ji dest biçe

Çavdêrê siyasî Newroz Fazil diyar kir ku metirsiyeke mezin li ser Başûr heye. Eger hevdengî û yekdengiya partiyên siyasî, hikumet û gel çênebe, wê herêm ji dest biçe.

Back to top button