DFG: Li Tirkiyê 59 rojnamevan girtî ne

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê-DFG’ê Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamevanan a Meha Tebaxê parve kir. Di raporê de hat gotin ku bi girtina 3 rojnamevan-nivîskaran re hejmara rojnamevanên di girtîgehê de bûye 59 kes.

Di raporê de qala 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê jî hate kirin û ev tişt hatin parvekirin:

“Em xemgînin ku di van rojên ku hêviya aştiyê tê kirin de jî di mijara azadiya xwe îfadekirinê û azadiya çapemeniyê de li welêt pirsgirêkên mezin hene.

Bi taybet jî rojnamevan li qadan rastî astengiyên mezin tên

Rojnamevanên di dema şopandina nûçeyan de tên astengkirin, di heman demê de tên derbkirin û êşkencekirin.

Di meha Tebaxê de 3 rojnamevan-nivîskar hatin girtin û bi vê yekê re hejmara rojnamevanên girtî derket 59’an.”

Komeleyê bibîrxist ku Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû û gelek rojnamevan girtî ne û ev yek weke “cihê şermê” pênasekir û banga berdana rojnamevanan kir.

Back to top button