Rimêlan-Mîhrîcana zarokan di roja xwe ya 3’yemîn de bi dawî bû

Mîhrîcana 8’emîn a Zarokan bi dawî bû ku li Rimêlanê beriya sê rojan dest pê kiribû.

Di roja dawîn de gelek komên pêkhateyên kantona Qamişloyê, berhemên xwe pêşandan.

Di mîhrîcanê de zêdetirî 30 komên stran, mûzîk, govend û şano beşdar bûn.

Komên Muzîkê û Şanoyê yên Suryan , Ereb û kurd berhemên xwe pêşandan.

Her wiha Komên Şanoyê lîstikên bi navê “Daweta Nok û Nîskan” û “Şengê û Pengê”ji zaroka re pêşkêş kirin.

Di dawiya mîhrîcanê de Koma Muzîkê ya Viyan Soran û Avaşîn a Dêrik Muzîk û stran pêşandan.

Kobanê-Mîhrîcana zarokan bi belavkirina xelatan bi dawî bû

Back to top button