8. Mîhrîcana Hunera Zarokan a li ser asta kantona Qamişloyê û Hesekeyê Destpêkir.
Komên zarokan di roja ewil de hûnerên xwe bi kêfxweşiyek mezin pêşkeş kirin.
Li bajarokê Rimêlanê û Hesekê 8. mîhrîcana hûnera Hunera Zarokan di roja xwe ya ewil de hat lidarxistin.
Mihrîcan bi beşdariya malbatên zarokan li navenda Çand û Hunerê ya bajarên navborî pêkhat.
Li her du deveran komên zarokan di roja ewil a mihrîcanê de hûnerên xwe pêşkeş kirin.
Di mihrîcanê de rêveber û endamên Tevgera Hîlana Zêrîn a Çand û Hunerê gotin:
Tevî êrişên domdar ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, me li gorî derfetên xwe kar kir da ku ev mîhrîcan bi serketî derbas bibe.
Armanca me ew e ku kêfxweşiyê bixin dilên zarokan ku siberoja herêmê ne.”
Mihrîcana li Rimêlan 3 rojan, ya li Hesekê jî wê 2 rojan dewam bike.