Li Meksîka ji ber Bagera Otis herî kêm 48 kes mirin

Li Meksîka Bagera Otis li pey xwe wêraniyek mezin hişt.
Jimara kesên ji ber bagerê mirîn, derket 48’an.

Bagera Otis a li peravên Oqyanûsa Pasîfîk a Meksîkayê û seyrangeha navdar Acapulcoyê xist bû sedema mirina 48 kesî.

Ji 6 kesa jî agahî nayê girtin.

Hikumeta federal ragihand ku tenê li eyaleta Guerrero ji ber bagera bi leza di saetê de 270 kîlometre, 36 kes mirin e.

Wezareta Karê Derve ya Meksîkayê jî ragihand, di dema bagerê de, 263 biyanî li benderê hebûn.

34 ji wan Amerîkî, 18 Fransî û 17 Kubayî ne.

Hat ragihandin ku hemû geştiyarên ku ji bagerê xilas bûne bê zerar ji herêmê derketine.

Bagera kategoriya wê 5 bû, bi qasî 6 saetan dema xwe ya herî bêhêz bû.

Di nava vê demê de li herêma geştiyarî ya peravê ku nifûsa wê 780 hezar e wêran bû.

Hikumeta federal ragihand ku bêtirî 273 hezar xanî û 720 otêl zirar dîtine.

Her wiha 12 rêyên ku hatin girtin hêj nehatine vekirin.

Ev rewş jî bû sedema astengkirina xebatên alîkariyê.

Li gorî şirketa şêwirmendiyê Enki Research, Otis bi qasî 15 mîlyar dolar zirar li herêmê kiriye.

Li Meksîkayê bagera otis: 27 Kes mirin

Back to top button