Pêşmergeyên Dêrîn ên herêma Raperînê bang li keç û xortên her parçeyên Kurdistanê kir ku li dijî Tirkiyeya dagirker tev li refên gerîla bibin.
Pêşmergeyan her wiha bang li tevahiya gelê Kurd kir ku li hember dagirkeriyê bêdengiya xwe bişikînin û dakevin qadan.
Pêşmergeyan bêhelwestiya Bexda û Hewlêrê şermezar kir û xwest ku li ser êrîşên dagirkeriyê hewesta xwe zelal bikin.
KNK 15 Gulanê konferansekê li dar dixe
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi armanca pêkanîna yekdengî, yekrêzî û nîşandana helwesteke neteweyî ya cidî li dijî dagirkeriya Tirkî, 15 vê mehê roja Şemiya bê, konferanseke online li dar dixe.
KNK’ê li ser vê, bang li hemû aliyên Kurdî kir ku tev li vê konferansê bibin.
Kurdên li Rûsyayê: Serketin ya gerîla ye
Kurdên li Rûsyayê jî bi çalakî û daxuyaniyan dijî êrîşên dagirkeriyê ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê radibin.
Kurdên li Mosko û herêma Saratovê daxuyanî dan û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin û hêviya serketinê ji bo gerîliyan xwest.