Sed salên komara Tirkiyê bi înkar û qirkirina Kurdan derbas bû

Duh sed sal bi ser avabûna komara Tirkiyê re derbas bûn.
Ev sed sal bê navber li ser qirkirin û înkara Kurdan derbas bûn.
Di nava vê serdemê de dewleta Tirk li dijî Kurdan gelek sûc û hovîtî pêk anîn.
Vê siyaseta xwe ya qirkirinê hê jî didomîne.

Sed sal berê ku bi fermî Împaratoriya Osmanî hat rûxandin, li ser xirbeyên wê komara Tirkiyê hate avakirin.

Sed salên vê dewletê li ser qirkirin, helandin û înkarkirina gelê Kurd û gelên din derbas bûn.

Şerê herî dawî yê rizgarkirina Tirkiyê ji dewletên Ewropî, Tirk û Kurdan bi hevre kirin, lê sozên ji bo kurdan hatibûn dayîn bi cih nehatin.

Komara Tirkiyê hê di salên destpêkê de Kurd weke dijmin îlan kirin û li dijî Kurdan şerê înkarkirin û tunekirinê dan destpêkirin.

Kurdan jî ev xiyaneta ku li wan hate kirin û siyaseta qirkirinê qebûl nekirin û li ber vê yekê rabûn.

Di 29’ê Hezîranê ya 1925’an de Şêx Seîd û 46 hevalên wî li Amedê hatin bi darvekirin. Heta niha jî cihê gorên wan ne diyar e.

Tîrmeha 1930 dewleta Tirk êriş bire ser geliyê Zîlan ya li navçeya Erdîş ya Wanê.

Bi dehan gund hatin şewitandin û valakirin.

Di komkujiya Geliyê Zîlan de li gorî daneyên fermî 15 hezar kes û li gorî daneyên gel 60 hezar kes hatin kuştin.

Dewleta Tirk di salên 1937-38’an de bi awayekî hovane êriş bire ser Dêrsimê.

Di komkujiya Dêrsimê de jî li gorî daneyên fermî zêdeyî 15 hezar kes hatin kuştin, bi hezaran kes jî hatin revandin.

Seyîd Riza û hevalên wî hatin darvekirin. Heta niha jî cihên gorên wan ne diyar e.

Di êrişa sala 1978’an de li Mereşê zêdeyî sed Kurd hatin kuştin û malên wan hatin şewitandin.

Bi destpêkirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd a li dijî qirkirin û înkarê jî dewleta Tirk mohra xwe danî li binê gelek komkujî û hovîtiyan.

Bi hezaran gund hatin şewitandin, bi hezaran kes hatin kuştin, bi hezaran kes hatin windakirin û girtin. Bi sed hezaran kes jî hatin koçberkirin.

Cotmeha sala 1993’yan li Licê ya Amedê 16 kes hatin kuştin, bi sedan kes hatin koçber kirin û bi sedan mal û xanî hatin şewitandin.

Sala 1994’an li Qilaban ya Şirnexê di bombebaranê de 38 kes hatin kuştin.

28’ê Kanûnê ya 2011’an dewleta Tirk bi balafiran gundê Roboskî bombebaran kir, 34 şêniyên gund hatin kuştin.

Sala 2015’an li bajarên Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Geverê ji ber êrişan bi sedan kes hatin kuştin û bajar hatin wêrankirin.

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re jî dewleta Tirk berê êrişên xwe yên hovane dan li ser vî parçeyê welat û gelek komkujî û sûcên li dijî mirovahiyê kirin.

Sala 2018’an bajarê Efrînê û sala 2019’an jî Serêkaniyê hatin dagirkirin, bi sedan Kurd hatin kuştin û hatin koçberkirin.

Niha li van herêman demografî hatiye guhertin, kurdî hatiye qedexekirin û Tirkî weke zimanê fermî hatiye ferzkirin.

Êriş û hovîtiya li dijî Rojava rojane dewam dike.

Back to top button