Di salvegera PKK’ê de 15 jinên ciwan tevlî refên PKK’ê bûn

Komek jinên ciwan bi tevlîbûna xwe a nava refên gerîla salvegera damezrandina PKK’ê, pîroz kirin.
Ciwanan diyar kirin tenê bi beşdariya nava Tevgera Azadiyê ew dikarin bersivê bidin rojeke wisa.
Li ser vê bingehê ciwanan bang li her kesî kirin ku tevlî refên azadiyê bibin.

Di salvegera 45’emîn a damezrandina PKK’ê de komek ji 15 jin ên ciwan tevlî nava refên gerîla bûn.

Jin ên ciwan bi daxuyaniyekê sedema tevlîbûna xwe ya li nava refên gerîla eşkere kirin.

Di serî de ciwana damezrandina PKK’ê li her kesî pîroz kirin.

Ciwanan bal kişandin li ser têkoşîna 45 salî ya şoreşgerî.

Di dewamê de Jin ên ciwan diyar kirin tenê bi tevlîbûna nava refên gerîla ew dikarin bersivê bidin rojeke wiha û gotin:

Dijmin divê bizane ku çiqasî êrişê gelê me, hevrêyên me dikin, em ê weke jinên ciwan ên Kurd ewqasî bi biryar tevlî nav refên PKK’ê bibin.

Li ser vê bingehê ciwanan bang li her kesî kirin ku tevlî refên azadiyê bibin.

Di dawiyê de jin ên ciwan destnîşan kirin ku ew ê çirûska 27’ê Mijdarê bi têkoşîneke mezin gurtir bikin.

Back to top button