Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El-Mihbaş diyar kir ku çi siyaset an jî hevpeyman bêyî beşdariya nûnerên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî li dar bikevin, dê kêm bimînin.” El-Mihbaş destnîşan kir ku armanca Tirkiyê derbkirina projeya demokratîk, û têkbirina aramiya li herêmê ye.
Rûnştina Astansa 13 ku beriya çend rojan li dar ketibû, di encamnameya xwe de projeya Rêveberiya Xweser wek projeyek nîjadî û perçekirinê bi nav kir.
Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El-Mihbaş têkildarî mijarê axivî û got:
Ev angaşt derew in û dûrî rastiyê ne.
Projeya me, projeyekî neteweyî ya nimûneyî ye ku bi yekîtiya xaka Sûriyê, serxwebûn û serweriya xaka wê bawer e.
Tewanên li me hatine kirine, hevkariya hevbeş a di navbera beşdarên kongreye (Rûsya, Tirkiyê û Îran) de ne.
Ji ber projeya me ji wan re metirsî ye.”
El Mihbaş diyar kir ku Bakur û Rojhilatê Sûrî bi tevahî pêkhateyên xwe şerê terorîzmê kirin û bi serketin.
Ji lew re her xebateke siyasî bêyî beşdariya wan , çi di aliyê sazkirina destûrê de
û çi jî di aliyê hevpeymanan de be, dê xebat kêm bimîne û bi ser nakeve.”
ARMANCA TIRKIYÊ DERBKIRINA PROJEYA DEMOKRATÎK Û TÊKBIRINA ARAMIYÊ YE
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser li ser armanca gefên dewleta Tirk li ser herêmê ev tişt anî ziman;
“Armanca Tirkiyê derbkirina projeya demokratîk, tevlihevî û nearamî.
Vê yekê jî bi tevgerkirina şaneyên terorîstan dike.
Armanca vê yekê jî jinûve geşkirina terorê ye.”