Nûnerê wezareta derve yê DYAʹyê yê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nicholas Grainger bi Rêveberiya Xweseriya re civiya.
Nûnerê wezareta derve yê DYAʹyê Nicholas Grainger bi Rêveberiya Xweser re civiya.
Di civînê gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser re hatin nîqaşkirin.
Her wiha Nicholas Grainger salvegera 9. a damezirandina pîroz kir û îşaret bi berxwedana rêveberiyê ya li hember hemû êriş û zehmetiyan kir.
Şandeyê destnîşan kir ku ew ê piştgiriya xwe ya ji QSD’ê re bidomînin.
Nicholas Grainger di dawiya civînê de anî ziman ku ew ê hewldanên xwe dewam bikin û rê li ber çi êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigirin.