Bikaranîna çekên kîmawî ser bajarê Dûma hate isbatkirin

Rêxstina bikaranîna Çekên Kîmawî berbirsayitiya bikaranîna çekên kîmawî li ser bajarê Dûma yê Sûriyê dixe stûyê Hikûmeta Şamê. Rêxistinê eşkere kir ku di Nîsana 2018’an bi rêya balafiran êrişî bajarê Dûmayê kir û encamê de 43 kesan jiyana xwe ji dest dan. 

Rêxstina bikaranîna Çekên Kîmawî diyar kir ku lêkolînerên wan gihaştine wê encama ku Hikûmeta Şamê berpirsa êrişa kîmayayî ya ser bajarê Dûma ye.

Her wiha blegeyên cihê baweriyê li ber destên Rêxistinê hene ku bi 2 bermîlên gaza kilorê êrişî bajêr kirin e.

Rêxstinê bi bîrxist ku êriş bi riya helîkoptereke ji coreya MI 8/17 pêk hatiye û niha cîhan rastiya wê êrişê nas dike û divê civaka navdewletî jî helwestekê bide.

Rêxstina bikaranîna Çekên Kîmawî di dawiyê de got:

”bikaranîn çekên kîmyayî li Dûma yan jî cihekî din ne cihê qebûlkirinê ye û yasayên navdewletî binpêdike ”

Back to top button