Yekitiya Kedkaran li Kantona Hesekê ragihand wan di meha Gulana derbasbûyî tenê de, ji 660 welatiyan re kar peyda kirine.
Hevserokê Yekitiyê Kemal Elî derbarê mijarê de axivî û ev agahî dan:
Heta vê salê hezar û 895 karker tevli yekitiya kedkarên bajarê Hesekê bûne.
Ji wan hejmara karkerên di werşeyên taybet bi jinan de niha 371 e.
Li navendên depo, êm û mehlece, tekstîl, tov û aşan jî 181 karker hene.
Her wiha 734 karker jî li saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî dixebitin.
Herî dawî jî 660 karker piştî kar ji wan re hat peydakirin, meha Gulanê tev li yekitiyê bûn.
Ew jî li saziyên Rêveberiya Xweser û navendên genim û mehlecan dixebitin.”
Hevserokê Yekitiya Kedkaran l iKantona Hesekê Kemal Elî bang li hemû karker û kesên bêkar kir ku tevli yekitiyê bibin.