Hêzên ewlekariyê li parêzgeha Kerkûkê 2 çeteyên DAIŞ’ê girtin û radestî dadgehê hatin kirin.
Ajansa Îstîxbara Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên ewlekariyê li Kerkûkê operasyonek li dijî DAIŞ’ê li dar xistiye.
Û eşkere kir ku di encamê de 2 çeteyên DAIŞ’ê ku bi nasnameyên sexte xwe di nava parêzgehê de veşartibûn hatin girtin.
Li gorî ajansa Îstîxbara Iraqê her du çeteyên ku hatin girtin radestî dadgehê hatine kirin.