Mexmûr-çalakiya li dijî tecrîdê di roja 49’an de ye

Li Mexmûrê çalakiya li dijî tecrîda li dijî rêber Apo di roja 49’an de dewam dike.

Li Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo 10’ê Kanûna 2022’an çalakiya nobetê dest pê kir.

Çalakî îro di roja xwe ya 49’an de dewam dike û doh çalakî bi koma nû hat dewam kir.

Çalakiya nobetê vê carê ji aliyê bawermendên wargehê ve hat dewirgirtin.

Di çalakiyê de li ser navê koma nû Mela Elî Spêrtî axivî û tecrîda li dijî rêber Apo şermezar kir.

Mela Elî Spêrtî dibêje armanca tecrîdê rêgirtina li pêşiya fikir û ramanê rêber Apo ye û got:

”Lê Rêbertî bi rêya raman, bîrdozî, felsefe û paradîgmaya xwe ya nûjen, rê li fikrê wan yê girtiye.”

Piştî axaftinê, sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin berzkirin.

Back to top button