kazekistan Westiya, civînên li Astana êdî ji kokê ve bi dawî bûn

Kazekistan ji civînên dûr û dirêj yên têkildarî rewşa Sûrî li paytext Astanayê pêk dianî de, westiya.
Ji ber vê yekê ji niha û pêde wê li Astana ti civîneke din ya ji bo Sûrî neyê kirin.
Rêveberiya Kazekistanê sedema vê yekê jî bi, beşdarbûna Sûriyê di nava Komkara Erebî û hevdîtinên bi Enqereyê re nîşan da.
Diyare ev biryara Kazekistanê ji bo Rûsyayê jî “suprîz” bû.

Aloziya li Sûriyê û destwerdanên derve şerê li welat dirêj û dirêj kir.

Hewildanên navbeynkariyê û civînên bê dîtina nûnerên rasteqîn yên gelê Sûrî bû sedema ev alozî dirêj bike.

Civînên Astana yên despêka 2017’an bi navbeynkariya Rûsya û Tirkiyê hatin despêkirin jî tenê veguherî bazara parçekirina xaka Sûrî.

Piştî civîna 20. a Astana bi dawî bû, êdî Kazekistanê jî bi awayekî fermî ragihand ku ew ji van civînan bêzar bûye.

Rêveberiya Kazekistanê ragihand ku biryara bidawîbûna civînên Astana ji ber encamê bû.

Her wiha civîna 4 alî ya navbera Şam, Enqere, Tehran û Moskowê bû.

Wezareta Karên Derve ya Kazakistanê îdia kir ku hevdîtinan peywira xwe bi cih anîne.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got,

“Armancên destpêkê yên wekî avakirina herêmên kêmkirina şer, rawestandina rijandina xwînê û kêmkirina hejmara miriyan pêk hat.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Kazakistanê Aybek Smadiyarov îdia kir ku vegerandina Sûriyê bo Yekitiya Ereban û ji bo normalîzekirina têkiliyên bi Tirkiyê re îspata wê yekê ye ku pêvajoya Astanê gihîştiye armancên xwe.

Rûsya: Biryara Kazekistanê ya dawîbûna Astana me jî matmayî hişt

Nûnerê Taybet ê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin ê Sûriyê Aleksandr Lavrentyev ku di civînên Astanayê de serokatiya şandeya Rûsyayê dikir jî li hemberî vê biryarê matmayî ma.

Lavrentyev got:

Ev biryara Kazakistanê ji bo me jî “sûrprîz” e.

Lavrentyev diyar kir ku heta niha biryar nehatiye dayîn ku hevdîtin li kuderê bidomin, lê dibe ku di nîvê duyemîn ê salê de li Moskow, Enqere, Tehran û heta Şamê hevdîtin bên kirin.

Şam daxwaza demekî zelal ji bo vekişîna artêşa Tirk ji Sûriyê kir

Wezîrê Derve yê Sûriyê Eyman Sûsan roja Sêşemê daxwaza “demekî zelal a ji bo vekişîna hêzên Tirkiyê ji Sûriyê” kir.

Hikumeta Şamê: Daxuyaniyên Tirkiye bi dewama dagirkirina axa Sûriyê re nakokin

Back to top button