Ji bo endamtiya Swêd a NATO, zextên li ser Tirkiyê zêde dibin

Serokwezîrê Almanaya Scholz ji Serokomarê Tirkiyê Erdogan daxwaz kir ku endamtiya Swêd bû NATO erê bike.

Bi nêzîkbûna Lûtkeya Lîderên NATO ya wê di navbera 11-12’ê Tîrmehê de li paytexta Lîtvanya Vilniusê bê lidarxistin, bangên ji bo Tirkiye ronahiya kesk ji endamtiya Swêdê ya NATO’yê re pêxe zêde dibin.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, di daxuyaniya hikumetê ya têkildarî lûtkeya ku li Vilniusê tê lidarxistin de diyar kir ku divê Swêd wek endameke nû li ser “maseya lûtkeyê” cih bigire.

Scholz: Divê Tirkiye bo endamtiya Swêdê ronahiya kesk pêxe

Olaf Scholz bal kişand ser peymana hevpar a ku par di Lûtkeya NATOyê ya Madrîdê de hat kirin û wiha got,

“Ez bang li Serokomarê Tirkiyê Erdogan dikim, wek ku me par li Madrîdê bi hev ra biryar da, ronahiya kesk pêxe.”

Scholz diyar kir ku Civîna Bilind a NATO’yê ya di Tîrmehê de wê derbarê paşeroja NATO’yê de sînyalek xurt bişîne û ev tişt anî ziman:

Di lûtkeyê de ji bo birêkûpêkkirina plansaziya leşkerî jî dê rêze biryar bên girtin.

Herî dawî Wezîrên Parastinê yên welatên endamên NATOyê beriya lûtkeya lîderan li Brukselê civiyan.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Yaşar Guler ê beşdarî civîna bûyî jî careke din nîşan da ku ew ê kaxezên bazarê hîn bêtir bikar bînin.

Stoltenberg: Swêd daxwazên Tirkiyê bi cih anî ye

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg jî di civîna çapemeniyê de piştrast kir ku Swêd erkên xwe yên li hemberî Tirkiyê bi cih aniye û niha amade ye bibe endama NATOyê.

Piştî Fînlandiya Swêd jî li benda erêkirinê ye

Fînlandiya û Swêd di Gulana 2022’an de ji bo tevlêbûna NATOyê serlêdana hevpar kirin.

Ji bo ku Fînlandiya û Swêd bibin endam, erêkirina 30 welatên di nava NATOyê de pêwîst e.

Herî dawî 4’ê Nîsana 2023’an, Fînlandiya bû endamê 31’emîn yê NATO yê.

28 welatên endamên NATO ji bo beşdarbûna Swêd ya li nava hevalbendiyê erê kirine.

dimenê erdogan û putin bidin

Tenê Tirkiye û Macarîstan mane.

Balkêşe ku ev herdû welatên herî zêde têkliyek xwe ya zêde li gel Rûsya heyî ne.

Back to top button