Heyva Sor a Kurdistanê 15 alavên hilmijînê ji Rojava re şandin

Heyva Sor a Kurdistanê di çarçoveya pêngava “ji bo Rojava peydakirina alavên hilmijîne de” wek gava pêşîn 15 alav ji Rojava re şandin.

Ji ber belavbûna vîrûsa Coronayê li herêmê, di meha Mijdarê de Heyva Sor a Kurdistanê pêngavek alîkariyê ji bo peydakirina alavên hilmijînê dabû destpêkirin.

Li gorî armanca vê pêngavê, dê 100 alav bêne peydakirin û ji Rojava re werin şandin.

Heyva Sor a Kurdistanê weke gava destpêkê, 15 ji van alavan rêkirin herêmê.

Back to top button