Zêdan El-Asî: QSD’ê navçeya Eyn Îsayê radestî ti alî nake

Hevserokê Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser li Bakurê û Rojhilatê Sûrî Zêdan El-Asî hişiyarî da ku dibe li ser radestkirina Eyn Îsayê lihekirinek Rûsî-Tirkî hebe. El-Asî teqez kir ku wê QSD’ê navçeyê radestî ti aliyî neke û berxwedanê berdewam bike.

“Zextek ji hindir û hovîtiya dijmin ji derve li ser navçeya Eyn Îsayê tê kirin…”

Hevserokê Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser li Bakurê û Rojhilatê Sûrî Zêdan El-Asî ji bernameya telvizyona me, Me’ El-Hedes re vê yekê dibêje ku ev zext ji bo radestkirina navçeya Eyn Îsa ji hikumeta Şamê re tê kirin.

Zêdan El-Asî ev zext weke pirsgirêkeke mezin ji bo Rêveberiya Xweser pênase kir û teqez kir ku QSD’ê navçeyê radest nake.

QSD’ê qet navçeyê radestî hikûmetê, Rûs û dewleta Tirk nake.

Em bi hemû baweriyê dibêjin, çi qasî dem û doran derbas bibe, Tirkiyê wê nikaribe Eyn Îsa dagirker bike.

Lê dagirkeriya Tirk tenê bi êrîşên xwe yên dijwar hewl dide.

Berî çend rojan dewleta Tirk derdora baregehek Rûsî ya herî mezin topbaran kir, lê Rûsyaya garantor tenê bi rola temaşeker radibe.

Zêdan El-Asî: Dibe lihevkirinek Rûsî-Tirkî ji bo radestkirina Eyn Îsa heye

El-Asî hişiyarî da ku dibe lihevkirinek Tirkî-Rûsî li ser navçeyê hebe da radestî Hikumeta Şamê bê kirin û ev yek weke bela bi nav kir ku hikumet bi dagirkeran re li dijî Sûriyan lihevkirinan dike.

Îro QSD’ê tawanbar dikin ku dixwaze Eyn Îsa radestî dewleta Tirk bike.

Me ev herêm parastine û temenê wê jî xwîna bi hezaran şehîdan hatiye dayîn.

Lewma em ê wê radestî ti aliyî nekin..

Tê zanîn ku digel hebûna hêzên hikûmetê li Eyn Îsayê jî, lê heya niha fîşeke neteqandiye û parastina navçeyê nekireye.

Tenê, şervanên QSD’ê li dijî dagirkeran berxwedanê didomîne û çete windahiyan didin.

Di şerê du rojan de jî, 12 çete hatin kuştin û erebeyek wan rûxiya.

Back to top button