Projeya kişandina ava Firatê ji bo Hesekê dest pê dike

Ji bo çareserkirina pirsgirêka avê, Gerînendeya Avê ya Hesekê bi hevkariya Meclisa Navçeya Şedadê, amadekariya projeya kişandina ava Firatê ji bo bajarê Hesekê û gundewarê wê dikin.

Serokê Meclisa Navçeya Şedadê Elaa El-Omer diyar kir ku piştî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê stasyona Elok kontrol kir, dê projeya kişandina ava Firatê, ji bo herêmên Hesekê û gundewarê wê dest pê bike.

El-Omer da zanîn ku wê bi rêya vê yekê, av bigihêje zêdeyî 55 hezar malbatî.

Li gorî agahiyan, hewldan hene ku ev proje di nava 3 mehan de bi dawî bibe.

Back to top button