Çete li navçeya Şera ya Efrînê 2 sivîlên temen mezin revandin

Roj derbas nabin ku agahiyên hovîtiya dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê dikin neyên kirin. Çete li navçeya Şera ya Efrînê 2 sivîlên temenmezin êşkencekirin û li navçeya Mabata jî 5 sivîl revandin. Her weha artêşa Trik a dagirker li gundê Mi’rskî ya Şera jî mala sivîlekî xerakirin û ji xwere kirin baregeheke leşkerî.

Dewleta Trik a dagirker û çeteyên wê ji bo guhartina demografiya Efrînê bi kirayrên dermirovê jiyana Efrîniyan kirine dojeh.

Çavkaniyekî herêmî ji televizyona me re regihand ku çete li gundê Sînka yê navçeya Şera du sivîlên temenmezin girtin.

Şêniyê binavê Cuma Hemîd Horo û hevjîna wî Emîne Hisên Qaso yên temen mezin dema diçin nav zeviyên xwe, çete ew ji terektorê daxistin û êşkence kirin.

Piştre jî çeteyan zêrê Emîna jê standin.

Çete li navçeya Mabata 5 sivîl revandin

Rêxistina mafê mirovan a Efrînê jî ragihand ku li gundê Xazyana yê navçeya Mabata çete sivîlên bi navê
Seyfedîn Rifet Sîdo(55)

Şervan Seyfedîn Sîdo(24)

Rifet Seyfedîn Sîdo(27) revandin.

Çete ji bo berdanê, ji her girtiyek 3 heazar dolar fidye xwestin.

Li gundê Memila yê Mabata jî çeteyan sivîlên bi navê Ehmed Osman Mihemed û Ehmed Wehîd Ibrahîm revandin.

Çete di bin navê ” Î’Diyê ” 50 hezar l.s bace distînin

Rêxistinê diyar kir ku çete di bin navê cejnê de jî 10 hezar heta 50 hezar L.S bacê ji sêniyên bajarê Efrînê distînin.

Artêşa dagirkeriya Tirk malên sivîlan vedigerînin bargehên leşkerî

Her weha Dewleta Tirk ji bo dagirkeriya xwe li herêmê mayende bike, malên sivîlan desteser dike û bargehên leşkerî li şûna wan ava dike.

Malpara Efrîn post diyar kir ku artêşa dewleta Tirk a dagirker ji bo bargehek leşkerî li gundê Mi’reskê yê navçeya Şera ava bike, mala Ciwan Adil Tobal hilweşand.

Malparê da zanîn jî artêşa Tirk li gundê Kefr Mizeh ya Efrînê jî bargehek nû ava kir.

Back to top button