Îro Nûnerên Kongra Civaka Dermokratîk KCD, Kongra Demokratîk a Gelan HDK û Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê daxuyaniyek hevpar dan.
Di daxuyaniya hevpar de bang li li AKP û CHP’ê hat kirin û hat xwestin ku li şûna polîtîkayên şer pêş bixin, polîtîkayên aştiyê û aqilê hevpar biafirînin .
Û Ji bo çareseriya pirsgirêkan 7 xalên ku Birêz Ocalan aşkere kiribûn esas bigirin.
KCD, HDK Û HDP:
EM BANG LI HER KESÎ DIKIN KU LI ŞÛNA ŞER, AFIRANDINA AŞTÎ Û AQIL PÊŞ BIXIN
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) berî du rojan civînek awarte li dar xistin.
Di civînê de bang li AKP û CHP’ê hat kirin ku li gorî peyamên siyasî tevbigerin.
Îro Nûnerên KCD, HDK û HDP’ê daxuyanî dan.
Hemû hevparên HDP’ê, li pêş Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kom bûn û daxuyanî dan.
Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevberdevkên HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyigit û Sedat Şenoglu û nûnerên hemû hevparên wan amade bûn.
Li ser navê kongre û partiyê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî daxuyanî xwend.
KCD, HDK Û HDP: AKP ÇAVKANIYA PIRSGIRÊKAN E
Temellî, diyar kir ku di cavkaniya hemû pirsgirêkan destê AKP’ê heye û got:
Divê ev pirsgirêk bi rêya demokratîk û aqilê hevpar bê çareserkirin.
Ji bo Tirkiye demokratîk bibe û Pirsgirêka Kurd çareser bibe, divê her kes erka xwe pêk bîne.
Di serî de CHP û hemû partiyên siyasî û rêxistinên civakî, divê berpirsiyariyê bidin ser milê xwe.
KCD, HDK Û HDP: JI BO ÇARESERIYÊ 7 XALÊN OCALAN PIR GIRÎNG IN
Temelî, anî ziman ku ji bo hemû pirsgirêkên heyî çareser bibin 7 xalên ku Rêber Ocalan pêşniyar kiribûn girîng in û wiha bi dawî kir:
“Divê gefên dewleta tirk yên li dijî Bakur û Rojhilata Sûrî bi dawî bibin.
Ji bo aştiya herêmê pêş bikeve ev gelek girîng e.
7 xalên ku Birêz Ocalan 2’ê Gulanê bi raya giştî re parve kir girîng in.
Ev 7 xal ji bo çareseriya pirsgirêkan gelek girîng e.
Ji bo pirsgirêk bên çareserkirin û aştiya herêmê pêş bikeve divê teqez parêzer bi Brêz Ocalan re hevdîtinê bike.
Bi rewşa dawî pêwistiya hevdîtina bi Ocalan re carek din derdikeve holê.