Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) piştgirî da Pêngava “Ji Ocalan re azadî ” û diyar kir ku ji bo pêkanîna armancên pêngavê ew amade ye çi jê tê xwestin bîne cihe.
Partiyên siyasî û sendîkayên li 74 welatên cîhanê di 10′ê Cotmehê de Pêngava “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” li tijî tecrîdê ragihand .
Tevger ,Rêxistin û Partiyên siyasî jî piştgiriya xwe ji Pêngavê re didomînin
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi nameyeke piştgiriyê ji berpirsên pêngavê re şand .
Di nameyê de hat gotin : ” Yekitî, û saziyên civaka sivîl, nivîsgehên jin û ciwanan û tevahî aktîvîteyên çandî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin banê
TEV-DEM`ê de kom dibin, têkoşîna we ya bi rûmet a ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan silav dikin .”
Em teqez dikin ku azadiya Rêber APO dê dawiyê li şerê Tirkiye-Kurdan bîne û di jiyana gelên herêmê de rûpeleke nû vebike.
Lewma çareserkirina doza Kurd bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêkan e.
Pêngava we ya mirovî û civakî li me ferz dike ku em tevahî hêz û derfetên xwe seferber bikin da ku armancên vê pêngava cîhanî pêk bînin.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di dawiyê de hêvî kir ku ev têkoşîn bi tevlêbûna Sazî , Rêxistin û komeleyên mafên mirovan firehtir bibe.
27 Yekiti, rêxistin û odeyên di bin banê Tev -Demê de ne îmzeya xwe avêtine binê nameyê .