HRE: LI CINDIRÊSA EFRÎNÊ 2 ÇETE HATIN KUŞTIN

Hêzên Rizgariya Efrînê li navçeya Cindirêsê çalakiyek li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk anîn. 2 çeteyên Tirkiyê hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê çalakiyê de daxuyaniyek da.

Hêzên Rizgariyê diyar kir ku hêzên wan 2’ê Tebaxê li gundê Firêriyê yê navçeya Cindirêsê çalakî pêk anîn.

Çalakî bi awayê kemînê li pêşiya 2 çeteyên girêdayî koma bi navê Ehrar el-Şam pêk hat.

Piştî kontrola belge û nasnameya wan herdû çete hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniyê, çete Menar Mustefa û Ezîz Ezîz in yên hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê dest nîşan kir ku van çeteyan gelek kiryarên dermirovî û terorane li Efrîne kiribûn û tevlî dagirkeriya dewleta Tirk bûbûn.

Leave a Reply

Back to top button