Encamnameya kongrê hat eşkerekirin

Encamnameya Kongreya KNK’ê ya 21. hat eşkerekirin. Di encamnameyê de bang li hemû hêz, partî, sazî û rêxistin û gelê Kurdistanê hat kirin ku sekna xwe ya neteweyî xurttir bikin, da ku bikarin statuyek mayînde ji hemî Kurdistanê re çêkin. 

2’ê vê mehê Kongreya KNK’ê ya 21. li Holanda pêk hat û bi encamnameyekê bi dawî bû.

Encama kongrê hat eşkerekirin û hin xalên wê yên sereke bi vî rengî ye:

”Dewleta Tirk bi hemî îmkanên xwe ve qirkirina Kurdan û pêkhateyên Kurdistanê daye destpê kirin.

Ew li dijî gelê me şerekî plankirî dimeşîne. Dixwaze Başûr û Rojavayê Kurdistanê dagir bike.

”Tirkiyê şerê hebûnê û nebûnê dike”

Ji bo wê jî pêwîste hemû Kurd bizanin ku dewleta Tirk, bi Kurdan re şerê hebûn û nebûnê dike.

Rojava, di rewşeke hesas de derbas dibe. Parastina destkeftiyên şoreşa Rojava, karekî sereke ye.

”Helwesta hêzên li Başûr nayê qebûlkirin”

Li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê êrişekî mezin daye destpêkirin û têde çekên Kîmyewî bi kar tîne.

Hêzên li Başûr li şêna ku piştgiriya gerîlayan bikin rê li ber dewleta Tirk bêtir vedike.

Ev helwest li dijî berjewendiyên gelê Kurdistanê ye û bi ti awayî nayê qebûlkirin.

KNK’ê êrişên Tirkiyê yên li ser Kurdistanê bi tundî şermezar dike û wê bi hemî hêza xwe li ber bisekne.

”KNK’ê piştgiriyê dide serhildana Rojhilat”

Rewşa li Rojhilat jî gihaştiye qonaxa serhildanê. Piştî kuştina Jîna Emînî gel rabû ser piyan.

KNK’ê piştgiriyê dide vê serhildanê.

”Tevli kampaniya azadiya Abdullah Ocalan bibin”

Rewşa Birêz Abdullah Ocalan û kampanya azadiya ji bo wî jî bû rojeva kongra KNK’ê.

Kampanya azadiya Birêz Ocalan, her ku diçe berfirehtir dibe û dikeve rojeva reya giştî ya Cihanê.

KNK, li hember vê tecrîda girankirî helwest digrin û qebûl nakin û dewleta Tirk şemezar dikin.

Û bang li hemî kurdistaniyan û dostên Kurdan dikin ku tevlî kampanya azadiyê bibin.

”Dem dema berxwedana li hember dagirkeran e”

Rewşa li Kurdistan û li herêmê, krîtîke û ne zelale. Divê li hember vê em yekîtiya xwe xurt bikin.

Eger me karîbû vê yekê bikin em ê bikarin statuyek mayînde ji hemî Kurdistanê re çêkin.

Ji bo vê yekê divê hemî hêz, partî, sazî û rêxistinên me û gelê me sekna xwe ya neteweyî xurttir bikin.

Bi vî rengî emê bikarin hemî plan û projeyên dewletên dagirker yên dijî Kurdistanê pûç bikin.

Dem dema yekîtiyê ye. Dem dema berxwedana li hember dagirkeran e. Dem dema azadiyê ye.”

Back to top button