Endamê Rojava FM: Parastina şoreşê parastina rûmetê ye

Endamên Radyoya Dengê Rojava diyar kirin ku Şoreşa Rojava şoreşa hemû gelan e, lewma dewleta Tirk bê navber êrîş dike.

Yek ji endama radyoya Dengê Rojava Diljîn Elî dibêje :

“Me Radyoya Dengê Rojava bêyî ku weşana xwe rawestînin karê xwe pêk anî.

Em kêlî bi kêlî li ser êrîşan û bertekên gel di xebatên xwe de sekinîn.

Diljîn Elî got : “Armanca dagirkeriya tirk koçberkirina gilê herêmê ye.

Lewma sivîlan bingehê jiyanê dike armanc.

Em bang li tevahî dezgehên ragihandinê dikin ku xwedî li Şoreşa Rojava derbikevin.

Endamê Radyoya Dengê Rojava Diyar Ferhan jî wiha got:

“Divê ragihandina azad şerê ku tê kirin ragihîne ku polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk bê bandor bike.

Bi rastî helwesteke bi rûmet a gelên herêmê derkete holê.

Lewma em ragihandina azad jî divê bi rola xwe rabin.

Divê em rê nedin medyaya Tirk ku bi nûçeyên derewîn heqîqetê berovajî bike .

Back to top button