Kevana Zêrîn: Divê hunermend û rewşenbîr li dijî tecrîdê bi erka xwe rabin

Tevgera Çand û Hunerê ya Jinê Kevana Zêrîn tecrîda girankirî ya li dijî Rêber APO şermezar kir û anî ziman ku divê hunermend û rewşenbîr li dijî tecrîdê bi erka xwe rabin.

Kevana Zêrîn der barê tecrîdê de daxuyaniyek nivîskî weşand û got:

Nêzî 20 meh in bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin ku di bin tecrîdeke giran de ye.

Berxwedana Rêberê me û gelê me ku bi navê mirovahiyê nîşan dide, li gel lîstik, fen û fûtan dewam dike.

Di dewama daxuaniyê de hate diyar kirin ku ev qonaxa nû ku CPT jî tevlî bûye, metirsiyeke cidî li ser hebûna fîzîkî ya Rêberê me çêdike.

Ji ber vê yekê di serî de Kevana Zêrîn em bang li hunermendên jin, hemû hunermendan û rewşenbîran dikin ku heta CPT daxuyaniyekê bide û parêzer û malbata hevdîtin bi Rêbertî re bikin, em ê her li qadanbin.

Back to top button