Komeleya Perwerde Çand û Piştevaniyê ya Şêx Seîd bi boneya 98’emîn salvegera qetilkirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî bi daxuyaniyekê bi bîr anîn û xwest ku cihên gorên wan bên aşkerekirin.
Komeleya Perwerde Çand û Piştevaniyê ya Şêx Seîd di salvegera 98. a qetilkirina Şêx Seîd de daxuyaniyek dan.
Komeleyê şêx Seîd û rêhevalên wî bibîr anîn û wiha got:
Şêx Seîd û rêhevalên wî di sala 1925’an de derketin û li dijî zagonên komarê ji bo gelê xwe tekoşîn kirin.
Ji ber ku di nava wan zagonan de înkar û îmha hebû. Ew ê hertim di dilê me de bin.
Bi tevî ku 98 sal di ser berxwedana 1925’an re derbas bûye heqîqeta dîrokî û civakî hê jî nehatiye zelalkirin.
Cenazeyên wan jî bi mebesta binpêkirina berxwedana mafdar û maneviyata civakî nehat dayîn.
Zîhniyeta ku bi plana Îslahata Şerqê kurdan ji nedîtî ve tê, îro jî li ser Abdullah Ocalan tecrîd dewam dike.
Komeleya Perwerde Çand û Piştevaniyê ya Şêx Seîd diyar kirin ew ê rêya wan bişopînin.
Bîranîn piştî kirinên duayan û axaftinan bi dawî bû.