Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şewitandina Quran’ê şermezar kir

Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ev kirin şermezar kir.

Derbarê şewitandina Qûranê ya li Swêdê Konferansa Îslama Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Kongreya Îslama Demokratîk di daxuyaniya xwe de wiha bertek nîşan da:

Peyama pêxember û aqilmendan di vê dinyayê de, her çendî li wan be jî divê rêz û hurmet were nîşandan.

Tişta ku tundrewek ji bo heqaretê li Qurana Pîroz kiriye, ku ji bo misilmanan pîroztirîn tişt tê hesibandin, bi tundî şermezar dikin

Em xemgîn in ku Mislimanan li şûna ku bi pîrozkirina cejnên xwe, bi pîrozkirina prensîbên jiyana hevbeş a netew û mirovahiyê, bi vê sûcê provokatîf rûbirû man

Biçûkxistina baweriyên gel cûreyek terorîzmê ye û dikare bibe yek ji cûreyên herî tund ên terorê.

Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibîrxist baweriya mirov parçeyek ji nasname û azadiya wî ye û got:

Lewma em daxwaza darizandina kesên vê dikin.

Back to top button