Di roja duyemîn a Cejna Qurbanê de li taxên Minbic û Tebqayê hestên şadî û kêfxweşiyê belav dibin.
Kenên zarokan li park û qadên lîstikan tabloyeke şadî û kêfxweşiyê çêdike.
Duh roja yekê ya Cejna Qurbanî bû.
Xelkê Minbic û Tebqayê sibeha cejnê wek bajarên din piştî nimêjê serdana goristanên şehîdan kirin û cejn pîroz kir.
Cejn ji bo zarokan kêfxweşiyeke cuda ye, tevî malbatên xwe li park, seyrangehan dilîzin, serdana xizm û dostên xwe dikin.
Piştî Cejna Remezanê, Cejna Qurbanê li gel muslimanan ji cejnên olî yên herî girîng in.
Di cejnê de têkiliyên civakî û malbatê, yekitî û biratiya di nava muslimanan de xurt dibe.
Rêûresma herî girîng; a di Cejna Qurbanê de serêjkirina qurbana ne.



