QSD’ê dijî êrişên li ser gundewarên Girê Spî û Eyn Îsa çalakî li dar xistin

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin, hêzên QSD’ê jî bersiva êrişan didin.
QSD’ê ragihand ku di çalakiyên bersivdayînê de yek jê efser, bi giştî 6 leşkerên Tirk ên dagirker û çeteyek hatine kuştin.
Her wiha 7 leşkerên Tirk û 5 çete jî birîndar bûne.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê dewam dikin.

Di çarçoveya mafê xwe yê bersivdayîna rewa de, Hêzên QSD dijî êrişên dagirkeriya Tirkiyê, çalakiyan pêk tînin.

Navenda Ragihandinê ya hêzên Sûriya Demokratîk QSD, ragihand ku hêzên wan çend çalakiyên bi bandor li dijî dagirkeriya Tirk li darxisin û got:

“Hêzên me bi gelek çalakiyan bersiv dan êrîşên dewleta Tirk a dagirker.

Di encamê de derbên giran li leşkerên Tirk hat xistin.

Encamên çalakiyên hêzên me yên 3 rojên dawî wiha ne:

Êvara Înê hêzên me baregehên artêşa Tirk a dagirker ên li gundên “El-Yabisa, Abdûkî, Seyîda, Cemacim, Tîna û Mezraa” yên gundewarên Girê Spî kirin hedef.

QSD: 6 leşker hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn

Di encamê de 3 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin, di nav de efserek û 3 leşkerên din birîndar bûn.

Her wiha 2 leşkerên artêşa Tirk a dagirker li baregeha Abdûkî hatin kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.

Di çalakiya li baregeha “El Mezraa” ya dagirkeran de jî çeteyek hat kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Encama hedefgirtina baregeha dagirkeriya Tirk a li “Cemacim û Seyda” nehat zanîn.”

QSD ragihand, piştî çalakiyên wan zirarekî mezin gihişt artêşa Tirk a dagirker yên li baregehên derdora Eyn Îsayê jî.

QSD’ê diyar kir 7’ê Cotmehê jî hêzên wan yên li Eyn Îsa, baregeheke artêşa Tirk a dagirker a li gundê “Teyîbe” kirin hedef, encamên çalakiyê nehat zanîn.

Hat diyar kirin baregeheke din a artêşa Tirk a dagirker li gundê Merdûdê hate hedefgirtin û di encamê de leşkerekî artêşa Tirk hate kuştin û leşkerek jî bi giranî birîndar bû.

Li gorî QSD’ê bîlançoya windahiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyan wiha ne:

Efserek di nav de 6 leşker hatin kuştin û 7 birîndar bûn.

QSD: Çeteyek hat kuştin û 5 birîndar bûn

Her wiha çeteyek hat kuştin û 5 çete jî birîndar bûn.

QSD dawiyê tekez kir ku ew ê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê bersiv nemînin û di çarçoveya parastina rewa de, mafê xwe yê bersivdayînê bi kar bînin.

Back to top button