Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Talal Mihemed piştrast kir ku aloziya li Sûrî bi rêya diyaloga bi Rêveberiya Xweser re dê çareser bibe.
Talal Mihemed derbarê aloziya li Sûrî axivî û got: ”Hişmendiya ku hikumeta Şamê dimeşîne hişt Sûrî bigihêje vî halî.
Serhişkiya hikumeta Şamê û redkirina diyalogê bi Rêveberiya Xweser re hişt ku alozî kûr bibe.
Talal Mihemed anî ziman ku divê hikûmeta Şamê dev ji serhişkiya xwe berde û ji bo rawestandina rijandina xwîna gel, bi berpirsyarî tevbigere.
Dawiyê de Telal Mihemed diyar kir ku dê aloziya Sûrî bi rêya diyalogan çareser bibe.