5’ê Cotmehê dewleta Tirk bêserûber êrişî Rojavayê Kurdistanê kir.
Di êrişên xwe de çavkaniyên jiyanê ku debara bi mîlyonan mirovî ye, kir armanc .
Îro jî êrişên dagirkeriyê dewam kirin
Dewleta Tirk îro jî berê topên xwe de hin gundên Zirganê.
Bi taybetî gundê Rebîat yê navçeyê topbaran kir.
Dagirkeran gundên Mezin û Kilûtî yên navçeya Şêrawa topbaran kirin.
Druna artêşa tirk a dagirker li ser gundê Tenib li navçeya Şera ket xwarê.
Ofîsa Elktirîkê a ya bajarê Hesekê yekser piştî êrişên dagirkeriyê, dest bi xebatên serasrtkirinê kir.
Piştî xebata 3 rojan a sereraskirina seda rojava, kehrebe li hin taxên bajarê Hesekê vegeriya.
Mezlûm Ebdî: Wêrankirina binesaziya herêmê sûcên şer in
Li aliyê din Fermandarê Giştî yê QSD’ Mezlûm Ebdî derbarê êrişan li ser hesabê xwe yê Tiwîterê peyamek da û got:
Di nava 72 saetan de, Tirkiyê zêdetirî 145 cih bombebaran kirin, ji wan stasyonên ceyran, av, enerjiyê, nexweşxane û dibistan.
Tirkiye ji bo felckirina jiyana sivîlan, rasterast destkeftiyên rêveberiya Xweser kirin armanc.
Hewldan û xebatên sazî, rêxistinên civaka sivîl ku ji bo avakirina aramiyê û xizmetkirina gelê herêmê piştî têkçûna DAIŞ’ê dixebitin, bûn hedefa dagirkeran.
Ebdî got, hilweşandin û wêrankirina binesaziya herêmê, tê wateya sûcên şerin.