Li Qamişlo û Eyn Îsayê bi çalakiyan êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin.
Gel di çalakiyan de daxwaza girtina qada ezmanî ya bakur û rojhilatê Sûriyê hat kirin.
Îro jî bi hezaran kes li dijî êrişên dewleta Tirk li qadan bûn.
Xelkê Qamişloyê bi girseyî ber xwe dan ber avahiya NY, êrişên dewleta Tirk û bêdengiya wê ya li hember êrişan şermezar kir.
Pişt re endamê Însiyatîfa Gel a herêma Cizîrê Masûm Hesen axivî û got:
“Dewleta Tirk bi van êrişan armanc dike ku hevgirtin, aramî û ewlehiya li herêmê têk bibe, lê bi her êrişekê em xurtir dibin.
Em ê li rex hêzên xwe xaka xwe ji her cure êrişan biparêzin.”
Her wiha beşdarên meşê jî teqez kirin ew tu carî serî natewînin û ew ê destketiyên şehîdên xwe biparêzin.
Her wiha li navçeya Eyn Îsayê jî gel bi girseyî daketin qadan û êrişên dewleta Tirk û kompolya li dijî rêber APO şermezar kirin.
Piştî meş bi dawî bû daxuyaniyek hate dayîn û hate gotin:
“Ev êriş û komploya navnetewî ji hev ne cuda ne. Dewleta Tirk bi her awayî hewl dide destketiyên şoreşa me têk bibe.
Em ê bi hemû hêza xwe li hember van êrişên tirsonek xaka xwe biparêzin.”