Ji wargeha bêrsivê a Zaxo 231 koçber vegeriyan Şengalê

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand ku ji Wargeha Bêrsivê a li Zaxoyê 231 koçber vegeriyan Şengalê.

Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Fayeq diyar kir ku piştî tedbîrên locistîkî û ewlehiyê bi hevkariya navenda krîzan a başûrê Kurdistanê û Rêxistina Navneteweyî ya Koçberan, veger pêk hatiye.

Li gorî daxuyaniyê ji Wargeha “Bêrsiva yek” a li Zaxoyê 231 koçberên ku ji 39 malbatan pêk tên vegeriyane Şengalê.

Duh jî Konsolosa Emerîka ya li Herêma Kurdistanê ragihand ku nêzî 100 malbatên Êzidî ji wargehên penaberan derketin û vegeriyan ser axa xwe.

Hêjayî gotinê ye ku berê PDK rê ne-dida ji wargehên li Hewlêr û Dihokê koçber vegeirn li ser warê xwe Şengalê.

Back to top button